AHMET KAYA
Ahmet Kaya'nın aramızdan ayrılmasının üzerinden 6 yıl geçti. Söylediği şarkılarla bir ülkeyi "bölecek" kadar gerçekleri haykırmaktan çekinmeyen Kaya için birçok yerde etkinlikleri düzenlenecek. Kaya Diyarbakır'da da özel bir etkinlikle anılacak.
16 Kasım bugün, Ahmet Kaya'nın ölüm yıldönümü. Sürgünde ölen sanatçı, Türkiye ve Avrupa'da düzenlenen etkinliklerle anılıyor. Şarkılarını dinleyen yeni nesillere cesaretini anlatan Ahmet Kaya'ya yapılanların haksızlığı kanıtlansa da, kırık bir kalple doğduğu topraklara ve sevenlerine veda eden sanatçı, dün olduğu gibi bugün de sevenlerinin kalplerinde yaşıyor.
Diyarbakır'da şarkıları söylenecek
Ahmet Kaya, sivil toplum kuruluşlarının düzenlediği birçok etkinlikle Türkiye ve Avrupa'da anılacak. Ailesi ve dostları tarafından Paris'teki mezarı başında tören düzenlenecek. Sanatçının ölüm yıldönümü dolayısıyla Diyarbakır'da özel bir anma töreni gerçekleşecek. Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi'nin organize ettiği tören, Büyükşehir Belediyesi Tiyatro Salonu'nda bugün saat 19.00'da. Programda Ahmet Kaya belgeseli gösterilecek ve Büyükşehir Müzik Topluluğu Ahmet Kaya şarkılarını seslendirecek.
Ülkede Özgür Gündem - Kültür Servisi
16 Kasım 2006
KÜRTCE BİR ŞARKI SÖYLEYECEĞİM DEDİ VATAN HAİNİ OLDU
AŞAĞIDA Kİ YAZIYI OKUYAMAYAN ARKADAŞLARDAN ÖZÜR DİLERİM
AMACIM BİR METNİN KİMSEYE ZARAR VERMEDİĞİNİ GÖSTERMEKTİR
Eger mirov şert û mercên payîza 1957'an ku Ahmet Kaya ji dayîk bû bide ber çavên xwe, texmîna ku wê ew temenê xwe hemûyî bi payîzan derbas bike, ne zehmet bû. Ne bavê wî ye ku di karxaneya qumêş de karkerî dikir, nêtekê wî yî ku dinyayê biguherîne hebû, ne jî li bajarê ku lê ji dayîk bûbû, li Meletiyê pencereyeke xaniyê wan î mîna kozikekê ku tê re xweşikiyên dinyayê bibînin, hebû. Axa ku li serê hatibû dinê, belkî jî bi her cûre nîmetên xwezayê hatibû xelatkirin, lê wan salan li wê herêma dinyayê tu xweşiyên ku bên dîtin, tune bûn. Tirkiyeya ku bi Şerê Cîhanê yê Duwem xizantir bûbû, piştî bûyîna Ahmet bi sê salan wê bibûya şahidê derba leşkerî ya mezin a pêşîn ji komarê û vir ve û li sêdaran wê serokwezîr û nûnerên xwe bidîta. Komara ciwan a 34 salî li hêviya janên xedar bû. Bi hezaran sal e li ser dîn, li ser zêr û ta bi li ser jinan xwîna bi milyonan ji her qewmekî ku li ser erda Anatoliyê hatiye rijandin û êş daye van erdan, lê dîsa jî wê ev êş kî dizane heta çend salên din berdewam bikira bi vê derbê.
Ahmet zarokê pêncem û dawî bû. Bavê wî yekî kurd bû ku ji Semsûrê bo kar bar kiribû Meletiyê, dayîka wî jî yeke tirk bû ku hewl dida zarokên xwe bi namûs û baş mezin bike. Yanî hinekî dişibiyan kurteya Tirkiyeya wan salan. Lihevnekirina Ahmet a bi otorîteyê re hîn gava 4-5 salî bû û kuçe nas kir, dest pê kir. Digel ku malbata wî bêdeng û di halê xwe de bû, ew yekî şerkirû çalak bû û nedihate disiplînekirin. Ji bo ku biçe sînemayê carna bîhokên bapîrê xwe difirotin fêkîfiroş, carna jî li kerê beredayî yê taxê siwar dibû û dibû Kara Muratê lehengê xêzeromana ku di rojnameya herî navdar a wê demê de dihat weşandin, yên nebaş dida ber şûran.
Bavê wî yê ku yekem car ew bi eleqeya wî ya muzîka hesiya, hîn Ahmet 6 salî, hema bibêje baxlemeyeke bi qasî qama wî bo xelata rojbûna wî anî malê. Ev baxlemeya ku ji heqê nanê malbatê hatiye kuştin û pê hatiye kirîn, destpêka bahozekê bû ku wê neyê danîn, helbet malbat ev texmîn nedikir. Te digot qey, parçeyek ji laşê wî kêm bû gava hatibû dinê û piştî ku ew baxleme hat malê laşê wî temam bû.
Di nav çend heyvan de bi dengên ku ji baxlemeyê derdixist, malî ji ruhê xwe aciz kirin. Lê li gorî wî belkî jî êdî dema ku derkeve ser dikê hatibû, eger mirov lê guhdar nekin jî wî dê hineke ku lê guhdar bikin illeh bidîta, ev çende eksoyî bû. Konsera xwe ya yekem bo mirîşkên di kozika bêxçe de, da. Em nizanin gelo mirîşk jê kêfxweş dibûn an na, lê wî demeke dirêj ev konserên belaş domand. Ji bo sehneya xwe ya rastî ya ewil jî divabû heta 9 saliya xwe bipa. Gava temenê wî bû neh, di şevşahiya cejna karkeran de ku karkerên karxaneya ku bavê wî jî lê kar dikir, li dar xistibûn, derket ser dikê. Wê şevê kêfa karkeran pir ji guhdarkirina lê hatibû, kêfa Ahmet jî pir ji karkeran hatibû... Sê sal mabûn ji derba leşkerî ya duwem ku wê dîsa jiyana bi sedhezaran mirovî û karkerî belawela bikira. Wê şevê ne karkerên li wir, ne jî Ahmet bîr nedibirin ku demeke nêzîk cejna karkeran li aliyekî, wê nikarîna peyva 'karker' bi xwe jî bi lêv bikirana.
Gava Tirkiyeyê bi deh hezaran şagirdên zanîngehê û karker xistin girtîgehan bo tê de birizin, bûyera ku mohra xwe li derba 1970'yî da ew bû ku sê xortên sosyalîst ên nestêle ku li dijî emperyalîzma Amerîkayê bûn, digel tu kes nekuştibûn û tu kes birîndar nekiribûn, piştî darizandineke bi lez û bez hatibûn îdamkirin. Ahmet 13 salî bû. Xaka Anatoliyê heqê nîmetên ku dabû, dîsa distand. Bi vê atmosfera civakî û siyasî re nifşekî din mezin dibû û hişê vî nifşî dirûv digirt. Wê ev ne neheqiya ewil bûya ku vî nifşî şahdebûnî lê dikir.
Ahmet diçû dibistanê û demên xwe yên vala jî ligel dostekî malbata xwe, di dikana kaset-plakfiroşekî de kar dikir. Wan demên ku li vê dikanê kar dikir, derfeta wî çêbû ku gelek cûreyên muzîkê nas bike. Bi taybetî jî yên bala wî dikişandin ew xort bûn ku dihatin dikanê kasetên Ruhi Su dikirîn û porên wan dirêj û devlingê pantorên wan fireh bûn. Piştî salan di belgefîlmekî de ku jiyana wî nîşan dida, wê bigota ku wê çaxê digote wan "Sucular". Xortên ku Ahmet digote wan, 'Sucular' li hemû dinyayê wekî nifşê '68'an dihate naskirin û nifşek bû ku bihîstiyariya wan acivakî hebû. Besteya ku digot, tê bîra min a yekem e jî ji bo xortekî ji van hatibû nivîsandin; yê li ser hatî nivîsandin Başar Abê bû ku bi minibûseke Wolkswagen 'dolmîşçîtî' dikir û Ahmet bi xwe jî demekê li balê kar kiribû. Ahmetê ku gelekî pê êşiya gava rojekê li nava kuçeyê polis hatin ew birin, rabû besteya xwe ya ewil nivîsand ku wiha dest pê dikir "Ezê Wolkswagenekê bikirim, navê wê bikim Başar". Helbet nizanîbû ku ev beste wê bibe destpêka repertuareke bi sedan stranî.
Malbat, piştî ku bavê Ahmet teqawît dibe û mehaneya ku digire têrî wan nake, bi hêviya ku karekî nû bibînin û ji bo zarokan dahatûyeke baştir ava bikin, biryarê digire ku Meletiyê terk bikin û barî Stenbolê bikin. Dem, li Tirkiyeyê hemûyî dema koçberiyê ye. Bi sedan otobûs û qemyon ji Rojhilat bo bajarên Rojavayê, bi taybetî jî bo Stenbolê hêviyan bar dike. Her roj bi hezaran zarokên biçûk, mîna ku Ahmet jî wan rojan pê dihesiya, bi tirs û xofa ku bajarê mezin xistibû dilê wan, dijiyan. Ahmet deryaya ku cara pêşîn dibîne mîna çemekî mezin hesibandibû, ji ber ku li ser koliyên alavên wan "Meletî" hatibû nivîsandin hîn ji roja pêşîn ve fêm kiribû ku hatibûn bajarekî ku lê biçûk tên dîtin, hîn roja pêşîn digel ku bi eynî zimanî dipeyivîn, ji ber ku devoka wî cuda bû, ferq kiribû ku ew bi xwe "Yê din" e. Vê "cudahiyê", kesên ku ji bilî keda waan pê ve tiştekî wan tuneye ku winda bikin, her diçû tenê dihişt û ev yek jî ber bi hêrseke bêçare di dil de kom dibû.
Her ku roavayê Tirkiyeyê wekî nifûs zêde dibû, cudahiya di navbera beşên civakê de jî zêdetir dibû, kombûnên siyasî bêhtir ji hev dûr diketin û welat roj bi roj ji rojhilat ta bi rojava hîn bêhtir tevlîhev dibû. Ji zanîngehan her roj xeberên mirinê dihatin û bêkarî û aboriya ku roj bi roj xerab dibû, şêniyên ku xwe diavêtin kuçeyan diafirand. Ahmet êdî divabû dev ji dibistanê berde û ji bo ku alîkariya malbatê bike, karekî bike. Êdî derve li ber çavên wî tiştekî din bû. Jiyana derve bi awayekî din nas dikir edî. Pir dihesidî ciwanên Stenbolê ku qîz û xort bi hev re digeriyan lê pê dihesiya ku ger mîna wan li xwe bike wê lê neyê û ji ber vê pir xemgîn dibû. Ne dikare çanda ku pê mezin bûye, bi temamî dev jê berde û ne jî dikare Stenbolê bike Meletî. Wan salan di gellek karan de kar dike û dev jê berdide. Li bazarê şportakariyê dike, li ber destê gellek kesan kar dike lê dîsa jî dev ji baxlemeya xwe bernade. Bi muzîkê radibe û bi muzîkê rûdine. Û helbet rewşa ku welat tê de çawa tesîrê li ruhiyeta wî dike, wiha tesîrê li muzîka whi jî dike.
|